Nihat Kavşut
07 Nîsan 2018•Rojanekirin: 08 Nîsan 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Hin kesan quretî kir, lê me biryara xwe da û Mehmetçik û Artêşa Azad ya Sûriyeyê bi hev ra ketin wir û terorîst derdest kirin. Terorîstên li wir reviyan. Heta niha 3991 terorîst hatine berterefkirin."
"Kemal beg ji ofîsa xwe ra bibêje bila hunermendên me destûrê ji te bixwazin. Tu heqê vê heqareta ku li hurmendên me yên bi me ra moralê didin eskeran dikî ji ku derê distînî? Şer me yaw şerm e."
Serokomar Erdogan der heqê Kiliçdaroglu da wiha axivî: "Gelo heta niha çûye çend eniyên me û serdana eskerên me kiriye? Ez ji we ra bibêjim ew bi terorîstan ra rûdinê. Bi destê wan girt û mil da milê wan û meşiya. Ew tenê ji vê fehm dike. Em bi Mehmedên xwe ra rûdinin û Mehmetçikên xwe ra rûdinin."
"Hûn biçin ku dera dinyayê, herin Rojava û Amerîkayê jî hunermend car caran diçin serdana artêşê û moralê didin. Yê me hay ji vê tuneye û tiştekî wiha nedîtiye di heyata xwe da."
"CHPya Xazî Mustafa Kemal bi destê kadroya ku pêşengiya Şerê Rizgariyê yê vî welatî kiriye hatiye avakirin. CHPya îro dijî Şerê Rizgariyê ya duyemîn ya Tirkiyeyê bêbextiyê dike û bûye partiyeke wisa ku kî li dijî dewletê û gelê me bêbextiyê dike avê dikşîne aşê wan."
"CHPya Xazî Mustafa Kemal bi destê kadroya ku pêşengiya Şerê Rizgariyê yê vî welatî kiriye hatiye avakirin. CHPya îro dijî Şerê Rizgariyê ya duyemîn ya Tirkiyeyê bêbextiyê dike û bûye partiyeke wisa ku kî li dijî dewletê û gelê me bêbextiyê dike avê dikşîne aşê wan."
"Partiyeke ku dijî dewlet, hikûmet û eskerên xwe neyartiyê dike çawa dikare îdia bike ku partiya avakar ya komara me ye. Li Tirkiyeyê partiyeke ku bi rastî komarê diparêze hebe ew jî AK Partî ye."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Kiliçdaroglu di hemû hilbijartinên ku beşdar bûye da têk çûye û wiha got: "Ez bangî xwîşk û birayên xwe yên ku dildarê CHPyê dikim, hûnê bi kesê ku evqas têk çûye ra herin ku derê? Jê xilas bibin. Jê xilas bibin ku Tirkiye şên bibe."
"(Kiliçdaroglu) Hin kes bi hezkirin, mihebet û xizmeta xwe derdikevin pêşberî gel hin jî wek vî zilamî bi jehra xwe şexsê xwe eşkere dikin."
"(Kiliçdaroglu) Ev zilam herî dereng wê di Mijdara 2019an da dawî li heyata xwe ya siyasî bîne."
"Vî gelê bi şîqama meşhûr ya Osmanî heft duwel aniye hîzayê wê rojekê te (Kiliçdaroglu) jî di biavêje ser sergoya dîrokê."