29 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Kesekî xwedî meqam general û yan jî amîral e dibêje 'kesên têkiliya me bi wan re hebû, di asta jor a qedemeya serkariyê da bûn ji wan jî kesên hatine girtin hene, ez dibihîzim û dibînim.' Vê dibêje. Mirov parî şerm dike, biryara vê yekê bi te ketiye? Tu kî yî? Divê tu ewilî bi hedê xwe bizanibî, bi xwe bizanibî. Li cem derbekeran cih digirî. Jixwe derbekar jî li welatê te ye."
Di serdana xwe ya Serokatiya Daîreya Tevgera Taybet da Serokomar Erdogan daxuyanî da û hişyariyên ku berê dabû jî bi bîr xist û wiha pê da çû: "Min di meha remezanê da di fitarê da gotibû. 'Di nav me da dibe ku bêbext hebin û ev bêbext bila tu car çavên me netirsînin'. Min wiha gotibû û wan bêbextan hêzên me yên taybet dan ber bombeyan û 50 birayên me şehît kirin. Lê ew dê bi xayintî, şehîdên me jî bi minnet werin yadkirin. Ev wetan kirine wetan û ewê wisa bên bibîranîn."
- 'Hûn derbeker li welatê xwe xwedî dikin"
Der barê xeberdana fermandarekî DYAyî da jî Serokomar Erdogan rexneyên xwe anî ziman û got: "Binihêrin niha li Amerîkayê kesekî ku meqamekî girîng da yanî general û yan jî amîral e dibêje 'kesên têkiliya me bi wan re hebû, di asta jor a qedemeya serkariyê da bûn, ji wan jî kesên hatine girtin hene, ez dibihîzim û dibînim.' Vê dibêje. Mirov parî şerm dike, biryara vê yekê bi te ketiye? Tu kî yî? Divê tu ewilî bi hedê xwe bizanibî, bi xwe bizanibî. Lazim e ku tu ji vê dewleta hewla derbeyê lê hat kirin û ew berteraf kir, li ser navê demokrasiyê spas bikî lê tu li cem derbekeran cih digirî. Jixwe derbekar jî li welatê te ye. Derbeker jî li welatê te ye û hûn xwedî dikin. Hûn nikarin tu carê bi miletê min bidin bawerkirin. Bi vê avahiya ku hûn dibînin û texrîbata ku kirin va wan rûyê me kur kirin, ji bîr nekin ku rûyê tê kurkirin hê gur dibe. Înşaellah em ê di demeke kin da di dewsa vê da eserekî ji vê kawtir ava bikin."