Abdullah Tel
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) operasyona hewayî ya birin ser herêma Asosa bakurê Iraqê û 41 hedefên rêxistina terorê ya cudaxwaz wêran kirin.
Serokatiya Sererkaniyê agahî da û ragihand ku duh bi şev hereketeka asîmanî ya berfireh birin ser herêma Asosa bakurê Iraqê û derbeyeke mezin li rêxistina terorê ya cudaxwaz xistin.
Balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Hewayî li herêma Asosê 41 hedefên ji stargeh, baregeh, serdab û yên din pêk tên û yên rêxistina terorê bi serfirazî îmhe kir.