Önder Beyter
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
ANKARA
Di doza li Daîreya Cezayê ya 16emîn a Dadgeha Bilind a der barê lêpirsîna 17ê Berfanbarê ya ku bi destê Rêxistina Terorî ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) gendelî hatiye kirin da ji bo dozgerên berê Zekeriya Oz, Celal Kara û Mehmet Yuzgeç biryara derxistina bultena sor hat dayîn.
Di danîşîna li Dadgeha Bilind da hat destnîşankirin ku emrê desteserkirina berşik Oz, Kara û Yuzgeç nehat bicihanîn.
Dadgehê ji ber vê sedemê biryar da ku ji Interpolê ra nivîs bê nivîsandin da ku der heqê berşikan da bultena sor bê derxistin.
Bultena sor li ser daxwaza welatên endamê Interpolê bi destê Sekreteriya Giştî ya Interpolê tê derxistin û bo 190 welatî tê şandin da ku di asta navneteweyî da li berşikê destnîşankirî bigerin, wî biqefêlin û paşê îade bikin. Maweya bultenên sor 5 sal e û herwiha li ser daxwaza welatê endam, ev mawe di dawiya her 5 salî da dikare bê dirêjkirin.
- Îdianame
Di îdianameya ku 557 rûpel e da ji ber sûcên cuda cuda ji bo dozgerên berê yên firarî Zekeriya Oz ji 27,5 salan heya 72 salan, ji bo Celal Kara ji 20,5 salan heya 62 salan û ji bo Mehmet Yuzgeç jî ji 12,5 salan heya 38 salan cezayê hebsê tê xwestin.
Di îdianameyê da Serokomar Recep Tayyîp Erdodan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Alîkarên Serokwezîr Bekîr Bozdag, Mehmet Şîmşek, Recep Akdag, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Karûbarên Av û Daristanan Veysel Eroglu, Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, Wezîrê berê yê Xida Çandinî û Heywandariyê Faruk Çelik û herwiha Beşir Atalay, Bulent Arinç, Ali Babacan, Taner Yildiz, Sadullah Ergin, Hayati Yazici, Mehdi Eker, Cevdet Yilmaz, Fatma Şahin, Egemen Bagiş, Nihat Ergun, Erdogan Bayraktar, Mehmet Zafer Çaglayan, Suat Kiliç, Îdris Naim Şahin, Ertugrul Gunay, Omer Dinçer, Muammer Guler, Haydar Keskin, Bariş Guler, Suleyman Aslan, Îbrahim Bilgehan Taşdelen, Ugur Horata, Ahmet Ozkose, Fatih Aysan, Muşir Deliduman û Lijneya Raçevkirina Mulkiyeyê ya Wezareta Karên Navxweyî wekî gilîdar cih digirin.