Nihat Kavşut
07 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokomar û Serokê Giştî Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Roja duşemê bi merasima sondxwarina serokomariyê Tirkiye wê derbasî heyameke nû bibe. Piştî merasima li Meclisê li Kuliyeya Serokomariyê ya Beştepeyê em ê merasimeke xweş ya destpêkirina wezîfeyê çêkin. Li gor planên dawîn wê 22 serokomar û 17 serokwezîr, alîkarên serokomar û serokên meclisê tevlî merasimê bibin."
Erdogan dema hat Meclisê ji hêla Îsmaîl Kahramanê Serokê Meclisê va bi merasima eskerî hat pêşwazîkirin.
Serokomar Erdogan derbasî civîna salonê bû û di civîna koma partiya xwe da axivî.
Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser encamên hilbijartinê û got divê em hevsenga hesas ya ku gelê me di sandoqê da nîşan da rast û baş binirxînin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku roja duşemê bi merasima sondxwarina serokomariyê Tirkiye wê derbasî heyameke nû bibe û wiha axivî: "Piştî merasima li Meclisê li Kuliyeya Serokomariyê ya Beştepeyê em ê merasimeke xweş ya destpêkirina wezîfeyê çêkin. Li gor planên dawîn wê 22 serokomar û 17 serokwezîr, alîkarên serokomar û serokên meclisê tevlî merasimê bibin."
Erdogan diyar kir ku wê zêdetir hêzdar bibin û dewam bikin û wiha peyivî: "We di hilbijartinê da dît, kesên der heqê me da gotin 'namzedekî westiyayî ye' ketin çi halî. Kesên ji me ra gotin 'westiyayî' ne haya wan jê tuneye ku em çiqasî xwediyê tecrubeyê ne. Ya rast hişê wan westiyayî ye, lê hemd ji Xwedê ra em wisa nînin. Em ê zêdetir hêzdar bibin û dewam bikin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir beriya civîna ewil (kabîne) wê ji bona nimêja înê herin Hecîbayramê û got em ê dia bikin û peyra civîna ewil ya kabîneyê bikin.
Erdogan diyar kir di heyama pêş da wê herî zêde bala xwe bidin ser wesayet û derbeyê û wiha axivî: "Ji derva were û yan jî ji nav welêt derkeve em ê zextên li ser îradeya neteweyî û emanetê gelê me qebûl nekin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser qedexeyên di çarçoveya têkoşîna dijî FETOyê da sînorkirina li ser pasaportan heye û wiha dewam kir: "Ji ber ku di doz û lêpirsînan da em gihîştine astekê heger pirsgirêk dernekeve di nav çend rojan da em ê der barê 181 hezar û 500 kesî da sînorkirina li ser pasaportan rakin. Kesên ji ber sûcên xizmên xwe mexdûr bûne wê ji vê rewşê xilas bibin."
Erdogan di xeberdana xwe da balê kişand ser CHPyê û wiha peyivî: "Ez ji vir careke din bangî CHPyê dikim ku li ser têkiliya xwe ya bi partiya di emrê rêxistina terorê ya cudakar da ye bifikire û li cem gel cî bigire."
- "Dibe ku ji Meclisê jî wezîr hebin"
Piştî civîna komê Erdogan pirsên rojnamevanan bersivand.
Serokomar li ser pirsa der barê kabîneya nû da wiha got: "'Dibe ku ji nav Meclisê wezîr hebin, çima nebe."