Serokomar Erdogan: "Înşelah sala perwerde û hîndekariyê ya 2018-2019an dê bibe wesîle ku welatê me yê ku li ber şefeqa vejîneke nû ye, pêngav û teşebusên pir mezintir bi cih bîne."
Önder Beyter
18 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
Istanbul
İSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Înşelah sala perwerde û hîndekariyê ya 2018-2019an dê bibe wesîle ku welatê me yê ku li ber şefeqa vejîneke nû ye, pêngav û teşebusên pir mezintir bi cih bîne."
"Ji bo kêmasiyên sîstema me ya perwerdeyê bên temamkirin, ew li gor demê be, pirsgirêkên ku ketine ser hevdu bên çareserkirin di nav 16 salên dawîn da me gavên mezin avêtin."
"Me dawî li mantalîteya yekdirûv, qedexeker û şûna ku xwendekar bi pêş da bibe di cihê xwe da dihêle, anî ku êdî qet venegere."
"Me sîstema perwerde û hîndekariyê ji tevliheviyê xilas kir û gihande asteke pir azad, pir demokratîk û pir pirsyarker"
"Em dixwazin bi qasî dewlemendan, bira derfeta feqîran jî hebe ku perwerde-hîndekariyeke bikalîte bistînin. Em dixwazin derfetên li bajarên mezin li gundên me yên herî dûr jî hebin û herwiha her ferdekî 81 milyonî ji heman firsendê sûdê werbigire."
Serokomar Erdogan: "Gavên ku di 16 salên dawîn da ji bo binesaziyê hatin avêtin fêkiyên xwe dan. Ji îro pê va Tirkiye êdî derketiye wê astê ku dikare di warê perwerde-hîndekariyê da hilkişe asteke jorê û hemleyeke nû pêk bîne."
"Îsal hinekan xwest provoke bikin, gotin 'em çap nakin'. Vê carê Wezareta Perwerdeya Neteweyî bila sax be seferberî îlan kir û pirtûk gihandin vê salê."
"Bi xêr Tirkiye êdî dê nebe welatekî wisa ku di warê ilim da kêmasiyên wê hene. Em ê ji van gelekan li dû xwe bihêlin. Tirkiye înşelah dê bibe welatekî wisa ku xwe bi kalîte û teknolojiyê ra gihandiye."
"Divê em pergala xwe ya perwerde û hîndekariyê wisa ava bikin ku hesta xwebaweriyê bide zarokên me, ruhê pêngavê bide wan. Her wiha divê pergaleke wisa be ku lingekî pergelê li ser nirx û welatê me sabit be, lingekî wê yê din jî bikaribe li hemû dinyayê bigere."