Nihat Kavşut
23 Hezîran 2017•Rojanekirin: 24 Hezîran 2017
ANKARA
Îsmet Yilmazê Wezîrê Parastina Neteweyî destnîşan kir piştî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya di 15ê Tîrmehê da di encama lêpirsînên hatin kirin da qederê 33 hezar mamoste ji kar hatin avêtin.
Li gor daxuyaniya ji wezaretê hat dayîn Yilmaz di fitarê da bi personelên li teşkîlata navendê dixebitin ra hat bal hev û li vir axivî.
- Lêpirsînên der barê hewla derbeyê da
Yilmaz di xeberdana xwe da der barê pêvajoya piştî hewla derbeyê da wiha got: "Di dîroka komarê da tiştekî wiha neqewimiye. Di encama vê hewla derbeyê da qederê 33 hezar mamoste ji kar hatin avêtin. Lêpirsîna ji bo 14 hezar mamosteyên berê li dijî hiqûqê tevgeriyane jî temam bû."