13 Tebax 2016•Rojanekirin: 14 Tebax 2016
ŞIRNAK
Li Beytuşebaba navçeya Şirnexê endamên PKKya rêxistina terorê rê birîn û piştî ku wesaîtek şewitandin 2 kesên di wesaîtê da revandin.
Li gor agahiyan li texma Hîsarkapiya Ayvalika Beytuşebabê endamên PKKyê rê birîn.
Hat destnîşankirin ku endamên PKKyê wesaîta ku diçû Ayvalikê û plaqeya wê nayê zanîn dan sekinandin û Fikret û Nacî Adiyamanê di wesaîtê da peya kirin.
Hat diyarkirin ku endamên rêxistinê piştî ku agir berdan wesaîtê Fikret û Nacî Adiyaman revandin.
Piştî ku hêzên ewlehiyê agahî hildan li herêmê derketin operasyonê.
Li gor agahiyan Fikret Adiyaman biraziyê Tahir Adiyamanê ku ji rûsipiyên eşîra Jîrkiyan e.