Türkan Tosun
01 Sibat 2018•Rojanekirin: 02 Sibat 2018
ANKARA
Kesên îsal heqê çûyina hec qezenckirin, bi peşkê va hatin diyarkirin.
Bi tevahî 2 milyon û 120 hezar û 967 kesî ji bo çûyîna hec serî li Diyanetê da.
Encama peşkê ji saet 21.00an pê va wê li ser malpera înternetê ya Serokatiya Kar û Barên Diyanetê bê eşkerekirin.
Peşk li Salona Serokatiya Kar û Barên Diyanetê hat avêtin, beriya wê Qur'an hat xwendin.
Prof. Dr. Alî Erbaşê Serokê Kar û Barên Diyanetê di merasimê de got her sal di salona ku peşk tê avêtin de coşeke mezin, kelecan û xemgîniyeke şêrîn çêdibe û ev hest pel bi pel digihêje hemû bajar û navçeyên welêt.
Erbaş got îsal kontenjana heciyan 80 hezar e û wiha dewam kir: "Li welatê me niha 2 milyon û 120 hezar û 967 kesî ji bo çûyîna hec serî lê daye. Yanê Erebistana Siûdî bi tenê ji Tirkiyeyê heciyan qebûl bike jî namzetên me yên heciyan zêde ne."