01 Sibat 2018•Rojanekirin: 02 Sibat 2018
KILÎS
Navenda Tenduristiyê ya Dev û Diranan ku li Kilîsê ji ber rokêta PYD/PKKya rêxistina terorê xisarê dîtibû hat çêkirin.
Duh ji Efrîna ku PYD/PKKyê dagir kiriye rokêt hatibû avêtin û rokêt li taxa Ekrem Çetinê li dikaneke li bin avahiyeke duqatî ku hê înşeat e ketibû. Ji ber êrîşê Navenda Tenduristiyê ya Dev û Diranan ku nêzî dikanê ye xisar dîtibû.
Piştî bûyerê rayedarên Navenda Tenduristiyê ya Dev û Diranan dest bi xebatê kirin û şibake, derî, cam û klîmayên xisar dîtin çêkirin.
Abdullah Eraslanê Hekîmê Diranan û Serhekîm daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ji ber ku rokêt li texma nexweşxaneyê ket di avahiyê da xisar çêbû.
Eraslan destnîşan kir ku ji ber ku rokêt dema mesaî kuta dibû ket kes nemir û birîndar nebû û got me demildest nexweşxane sererast kir.