Abdullah Tel
06 Gulan 2017•Rojanekirin: 06 Gulan 2017
TBMM
Di vê hefteya dawîn da 5 hezar û 104 xwendekarî meclisê ziyaret kir.
Xebatên temîrkirina Meclisa ku di hewla derbeya FETOyê ya 15 Tîrmehê da hat bombekirin û zirar dît, li ber qedandinê ye. Di vê navberê da ziyaretvanên Meclisê jî her ku diçe zêde dibin.
Rojên ku Lijneya Giştî ya Meclisê naxebite Meclis ji bo ziyaretvanan vekiriye û ziyaretvan bi pşkeşiya rêber va li Meclisê digerin. Piraniya ziyaretvanan jî ji xwendekaran pêk tê.
Ji çar aliyê welêt xwendekarên dibistana navîn û lîseyê tên ewilî Eywana Lijneya Giştî ziyaret dikin û ji wir jî derbasî beşa meclisê ya ku ji ber bombebaranê zirar dîtibû dibin.
Di vê hefteya dawîn da bi tevahî 5 hezar û 104 xwendekarî meclisê ziyaret kir.