06 Gulan 2017•Rojanekirin: 06 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da der barê dadgeh û dozgerên ji kar hatibûn îxrackirin da ji bo binçavkirina 6 dozger, 16 dadgeh û dadgehekî îdareyê jî di nav da bi tevahî ji bo 23 gumanbaran biryar derxist.
Di kordîneya Onder Yamanê Wekîlê Serdozgerê Komarê ya Stenbolê da ji bo 23 dadgeh û dozgerên tê îdiakirin mensûbên FETO/PDYê ne û ji kar hatibûn îxrackirin biryara binçavkirinê hat derxistin.
Ji bo qefaltina gumanbarên ku di TCKê da xala 314/2 ya "sûcê endamê rêxistina terorê ya çekdarî" terîf dike da li Stenbol, Edîrne, Kirklarelî, Bursa, Kocaelî, Bîlecîk û Sakaryayê xebatan dest pê kir.