Önder Beyter
20 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Stranbêjê Swêdî Maher Zain ku bi eslê xwe Libnanî ye, li Stenbolê konser da.
Stranbêjê ku bi stranên xwe yên Îngilizî, Erebî û Tirkî tê naskirin, di bernameya "Piştî Terawihê" ya ku Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê li Yenîkapiyê li dar xist da derket ser dikê.
Hezkiriyên Zain guhdariya berhemên wî yên wekî "O sensin ki (Ew tu yî)", "Neredesin (Tu li ku yî)", "Ramazan", "Ya Nebi Selam Aleyke" kirin û herwiha car carî jî beşdariya wî kirin.
Maher Zain wê îro li Maltepe Sahilê û di 21ê gulanê da jî li Beylîkduzuyê konser bide.
Zain beriya konserê daxuyanî da peyamnêrê AAyê û got ku qedera nîvê berhemên wî bi Tirkî û Erebî ne û hinekê din jî bi Îngilizî ne.
Zain bal kişand ku li Tirkiyeyê heyranên wî, stranên wî yên Tirkî çêtir fêm dikin û wiha dewam kir, "Li Stenbolê ez bersiveke erênî ji heyranên xwe werdigirim. Ligel guhdarên xwe peywendiya min pir baş e, heta carinan stranên min ên Îngilizî jî jiber dikin û bi min ra dibêjin."