16 Îlon 2017•Rojanekirin: 17 Îlon 2017
ANKARA
Li Silopiya navçeya Şirnexê 2 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin, li Nazimiyeya navçeya Tunceliyê jî yeka wan 6 qatî bi tevahî 7 sitargeh hatin tesbîtkirin.
Di malpera fermî ya Sererkaniyê da der barê bûyerên ku li welêt qewimîn da agahî hatin dayîn.
Li gor vê di operasyona ku hêzên ewlekariyê li Silopiyê kirin da 2 terorîst hatin bertererfkirin, 2 keleşkof hatin girtin û 5 teqemeniyên desta hatin îmhekirin.
Di operasyona ku li Nazimiyeyê dewam dike da jî yeka wan 6 qatî bi tevahî 7 sitargeh hatin tesbîtkirin, tonek erzaqê ku ji wan deran hat derxistin jî hat îmhekirin.
Li Omerliya navçeya Mêrdînê di operasyona dijî terorê da li şikeftekê geriyan û di lêgerînê da bombeyeke desta û hin amûr hatin girtin.
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di operasyonê da di 4 şikeftên hatin tesbîtkirin da 5 fîşengên rokêtavêjan, lûleya doçkayê, hezar û 270 fîşeng û gelek amûrên jiyanê hatin girtin.