Li ser gola Çildirê xizakê sîwar dibin
Turîstên biyanî û herêmî ji bo ku li ser gola Çildirê xizakê sîwar bibin û bigerin tên Erdexanê.
Ardahan
ARDAHAN
Li Erdexanê ji ber serma û zivistanê rûyê gola Çildirê bi tevahî qeşa girt. Turîstên biyanî û herêmî ji bo ku bigerin û li ser golê bi xizakê ve bigerin tên Erdexanê.
Turîstên ku li ser golê hespê siwar dibin û digerin wêne û dîmenan dikşînin.
Atalay Uzunkayayê ku li ber golê xwedî xwaringehekê ye got ku van rojan gelek kes tên li gola Çildirê ku bigerin.
Mevlîde Saraça 74 salî got ku ew ji Stenbolê hatiye Erdexanê û wiha axivî: "Di heyata xwe de ev cara ewil e ku ez xizaka hespan siwar bûm. Pir xweş e, super e. Xwedê nesîbê her kesî bike."
Mamoste Ayşe Mert jî got ku ew jî cara ewil e li xizakê sîwar bûye û li ser hespê gera li ser golê xweş e.