14 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
ŞANLIURFA
Li Halfetiya nevçeya Şanliurfayê tirîmbêlek wergeriya, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, tirîmbêla pîleqeya wê 01 L 1117 ye û şofêrê wê jî Faîk Şahîn bû li taxa Yukarigokluyê wergeriya.
Di qezayê de şofêr Şahîn, Umît (35) Zehra (18) û Buşra Uçkan (11) birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansa rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Halfetiyê.