Türkan Tosun
31 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 01 Mijdar 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya herî kêm a bi şev di bin sifirê da bi 4 pileyan li Qersê hat pîvan.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be. Serê sibê û şev wê hişkayî, cemed û car caran jî mij û dûman çêbibe.
Bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Tunceliyê 4 pile, li Erzinganê 2 pile, li Îdirê pileyek, li Erziromê 0 pile, li Agirê û Erdexanê di bin sifirê da 3 pile, li Qersê jî di bin sifirê da 4 pile hat pîvan.
Bi roj jî germahiya herî bilind a hewayê wê li Tunceliyê 21 pile, li Erzinganê 19 pile, li Qers, Agirî û Erziromê 16 pile, li Erdexanê jî 15 pile be.
Meteorolojiyê daxuyand li giştiyê herêmê serê sibê û bi şev hewa wê sar bibe û hişyarî da şofêr û cotkaran ku li hemberî qeşa û hişkiyê bila baldar û bi tevdir bin.