Haydar Şahin
31 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 05 Mijdar 2018
DİYARBAKIR
Li Yemîşalana taxa Baxlara navçeya Diyarbekirê zarokan li gor şert û mercên gund pêşbaziya "O Ses Turkiye"yê ya di televizyoneke taybet da tê weşandin teqlîd kirin, dîmenên pêşbaziya zarokan di medyaya civakî da eleqeyeke mezin dît.
Zarokên li Yemîşalana ku gund bû bi Qanûna Bajarê Mezin va bû tax di nav keviran da kom bûn û li gor şert û mercên gund pêşbaziya "O Ses Turkiye"yê teqlîd kirin.

- Kursiyê juriyan 2 zarok dizivirînin
Zarokên şe û lembeya destan wekî mîkrofon, tametêsê wekî buton, zinar jî wekî maseya juriyan bi kar anîn pêşbaziya xwe bi têlefona destan qeyd kirin.
Dema jurî bixwaze li sitranbêjê eciband vegere ji ber ku kursiyê wî venagere 2 zarokên hatine wezifedarkirin tê, kursî radikin û dizivirînin.
Dîmenên pêşbaziyê yên ku zarokan di medyaya civakî da parve kirin di demeke kin da eleqeyeke mezin dîtin.
Acun Ilicaliyê çêker û pêşkêşvan dîmen temaşa kirin û bi Midûriyeta Merwerdeya Neteweyî ya Baxlarê ra têkilî danî û hemû zarokên li xwendingeha gund dixwînin dawetî Stenbolê kirin.
Di encama hevdîtina bi malbata zarokan ra hat kirin biyar hat dayîn ku 50 xwendekar di çavdêriya 10 mamosteyan da beşdarî gera Stenbolê bibin.
Zarok ew ê îro bi teyareyê herin Stenbolê û 2 rojan li wê derê bigerin.
- "Ji ber ku îmkana me tunebû tevlî bibin me xwest ku bi xwe bikşînin"
Îsmaîl Ceylanê (16) ji zarokan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gelekî ji bernameya pêşbaziyê hez dikin û her tim temaşa dikin.
Ceylan got dixwestin beşdarî bernameyê bibin lêbelê dibe ku nebe bi xwe bername kişandin û wiha axivî: "Ji ber ku îmkanên me tunin me di studyoyê da nekişand. Me li gund di nav keviran da kişand. Di dewsa mîkrofonê da şe û lembeya destan, di dewsa butonê da tametês, di dewsa maseyê da jî zinar bi kar anîn. Piştî ku di medyaya civakî da weşand jî eleqeyeke mezin dît."
Ceylan got ku Acun Ilicaliyê çêker ew dawetî Stenbolê kirin, ew ê bi juriyên ku teqlîd kirin ra werin ba hev ji ber vê jî zehf kêfxweş in.
- Ew ê cara ewil li teyareyê siyar bibin û behrê bibînin
Ebru Ceylana xwendekara pola 7an jî ji ber ku ew ê herin Stenbolê zehf kelecanî ne, 2 roj e xewa wan nayê û wiha pê da çû: "Em ê cara ewil li teyareyê siyar bibin û behrê bibînin. Ji ber vê jî şadim."
Emîn Ceylan jî got ew ê Murat Bozê teqlîda wî kir li Stenbolê bibîne, ji kesên ku ev derfet dan wan ra sipas dike.