25 Mijdar 2016•Rojanekirin: 26 Mijdar 2016
ANKARA
Li paytext Enqereyê di operasyona ku dijî PKK/KCKya rêxistina terorê hat kirin da 11 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji rayedarên ewlehiyê hilda di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê birêvedibir da der heqê 13 kesên bi îdiaya endamên PKK/KCKê ne da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Bi Terorê ra ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê jî operasyon birin ser çend taxên li paytext û 11 kes binçav kirin.
Ji bo binçavkirina 2 gumanbarên ku niha derketine derveyê bajêr jî xebat didomin.