28 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2018
ANKARA
Li paytext Enqereyê di çarçoveya operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê hat birêvebirin da ji 64 kesên der barê wan da biryara binçavkirinê hebû 52 kes hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya deşîfrekirina xebatên rêxistinê yên li paytext da ji bo binçavkirina 64 kesan biryara dîtin û binçavkirinê hat dayîn.
Li ser biryarê ekîbên midûriyeta Şaxa Îstixbaratê û Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê operasyon li dar xistin û 52 kesan binçavkirin. Ji bo qefaltina 12 kesên firar jî xebat dewam dikin.
Di encama kontrolkirina navnîşanên lê operasyon hat kirin da demançeyeke bêruxset û 8 fişekên wê, 14 hezar û 200 lire pere, tivingeke nêçîrê, gelek belgeyên rêxistinî û amûrên dijîtal hatin qefaltin.
- Hêzên ewlehiyê girtin ser avahiyeke zarok tê da bûn
Dema operasyona ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ku li semta Sîtelerê ya ser navçeya Altindagê birin ser mensûbên DEAŞê ji hêla AAyê va hat kişandin.
Hêzên ewlehiyê girtin ser avahiyeke tê da zarok bi şev û roj diman û 2 kes hatin binçavkirin.
Polêsan dest danî ser flaş û compîterên di hundirê avahiyê da bûn û 8 zarokên ku emrê wan di navbera 10 û 16 salan da bûn jî li ser telîmata dozger teslîmî Şaxa Zarokan hatin kirin. Piştî îfadeyê wê zarokan teslîmî malbatên wan bikin.