Haydar Şahin
05 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2018
ÎSTANBUL
Tê payîn ku barana li Herêma Marmarayê piştî nîvro li Stenbol, Kocaelî û Yalovayê zehf gur bibe.
Li gor agahiyên li ser malpera înternetê ya Midûriyeta Herêma 1ê ya Meteorolojiyê, di germahiya hewayê da guherînê çênebe.
Li herêmê hewa yê ewrsayî û ewravî be xêncî Edirneyê li bajarên din baranê bibare. Tê texmînkirin ku piştî nîvro li Stenbol, Kocaelî û Yalovayê baraneke gur yê bibare.
Li herêmê bayê ji aliyên bakur û bakurê rojhilatê ra rabe û rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo şilî, lehî û tengasiyên din bê tevdîr nemînin û baldar bibin.