11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di operasyonê da 6 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Tumena Piyadeya a 3yan ya Yuksekovayê, Fermandariya Cendirmeyên Bajêr û Midûriyeta Ewlekariya Bajêr ji bo defîşrekirin û pêşîlêbirîna çalakiyên PKK/KCKyarêxistina terorê xebatên xwe didomînin.
Di daxuyaniyêda wiha hat gotin:
"Do bi piştgiriya firoke û topavêjan va operasyon birin ser Gidukê Urşe-Cefera herêma Yuksekovayê, di operasyonê da ji 11ê tîrmehê pê va 6 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin. Li herêmê operasyon dewam dike û li ser mijarê tehqîqata edlî tê kirin."