23 Îlon 2018•Rojanekirin: 24 Îlon 2018
DIYARBAKIR
Li Liceya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li ser îstixbaratê li Akçabudaka gundê li ser Liceyê operasyon dan destpêkirin.
Di operasyonê da 2 terorîst hatin berterefkirin, tivîngeke piyadeyê ya M-4, keleşek, 3 bombeyên destan, 8 şarjor û 255 fîşeng hatin bidestxistin.
Li herêmê operasyon dewam dike.