Fatih Gazioğlu
12 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2018
ERZURUM
Li Rojhilatê Anadoluyê li 4 bajaran wê barana gur bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li hemû herêmê hewa wê ewrayî be, piştî nîvro jî li derûdorê Erzirom, Erzinganê, Agirî û Îdirê jî baraneke gur wê bibare.
Germahî wê li gor demsalê be, ji hêla bakur va jî car caran wê ba rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Tunceliyê 11, Îdirê 10, Erzinganê, Agirî û Erziromê 6, Qersê 3 û li Erdexanê jî 1 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tunceliyê û Erzinganê 25, Îdirê 23, Agiriyê 21, li Erzirom, Qers û Erdexanê jî wê 18 pile be.