11 Tebax 2016•Rojanekirin: 12 Tebax 2016
ANKARA
Adil Oksuzê ku li gor îdiayê 'melayê hêzên ezmanî' yê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ye, di çarçoveya lêpirsîna li ser hewla derbê ya FETO da li Baregeha Akinciyê hatibû binçavkirin û paşê hat berdan. Tê îdiakirin ku Adîl Oksuz şeva hewla derbê telîmatên Pensîlvanyayê ji terorîstên mensûbê FETO ra gotiye û "fetwaya derbê" daye.
Hat gotin ku Oksuz ji derveyî welêt hatiye û tê îdiakirin ku Oksuz ji Fermandarê 4emîn Baregeha Jetan Hakan Evrîm ra gotiye ku Sererkan Hulusî Akar û Fetullah Gulen bide xeberdan.
Di 16ê tîrmehê serê sibê li Fermandariya 4emîn Baregeha Jetan di nav kesên ku hatin girtin Adîl Oksuz tenê sivîl bû. Oksuz di îfadeya xwe ya dozgeriyê da îdia kiribû ku ew ji bo teseliya erazî hatiye, li Keçîorenê mala eqrebayên xwe dimîne û tu leşkerî nas nake.
Hakimê Edliyeya Rojava ya Sîncanê Koksal Çelîk der heqê Oksuz da biryara qedexeya derketina derveyî welêt da û bi şertê kontrola edlî Oksuz berda. Li ser vê dozger Mehmet Yilmazê ku lêpirsînê dimeşîne ji bo biryarê îtiraz kir, lê ji ber ku delîl kêm bûn, Hakimê Cezayê Eslî Çetîn Sonmez îtiraza li ser berdanê red kiribû. Di çarçoveya xebatan da derket holê ku Oksuz bi texsiya xwe ya ku plaqa wê "34 SIR 49" va hatiye Sakaryayê û texsî li navçeya Akyaziyê di qaraja mala xezûrê wî da hatibû dîtin.