24 Sibat 2018•Rojanekirin: 24 Sibat 2018
ANKARA
Hat ragihandin Artêşa Tirkiyeyê di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji destpêkê heta niha 1931 terorîst berteref kir.
Hat ragihdin Artêşa Tirkiyeyê di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji destpêkê heta niha 1931 terorîst berteref kir.

Serokatiya Sererkaniyê daxuyanî da û ragihand ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya di 20ê rêbendanê da bi armanca berterefkirina mensûbên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê û gel ji zilm û zardariya wan xilaskirinê dest pê kiribû, ji hewa û bejayê dewam dike.
Ji destpêkê heta niha 1931 terorîst di operasyonê da hatin berterefkirin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê Hacilar û Ebû Kebeya gundên li başûrê rojavayê Efrînê ji terorîstan paqij kirin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê Ebû Kebe û Hacilara gundên Recoya li başûrê rojavayê Efrînê ji YPG/PKK-DEAŞê xilas kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li herêmê dan, Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê Ebû Kebe û Hacilara gundên Recoya li başûrê rojavayê Efrînê ji YPG/PKK-DEAŞê xilas kirin.
Artêşa Tirkiyeyê û hêzên Artêşa Azad a Sûriyeyê ya ku piştgiriyê dide operasyonê ji destpêka operasyonê vir va li 5 bajarokên Efrînê yên di bin dagirkeriya PYD/PKKyê û DEAŞê da yek jê navenda bajarokekî, 75 gund, 6 gomên gundan û 20 çiyayên stratejîk û gir, baregeheke YPG/PKKyê bi tevahî 103 herêm ji rêxistinê xilas kirin.
Cih û warên stratejîk ên ku ji rêxistinê hatin xilaskirin ev in:
"Navenda bajaroka Bilbilê, gundên wê Durakli, Şengal, Zehran, Balî Koy, Kurnî, Hay Oxlî, Heftar, Ursa, Bak Ubasî, Elî Kar, Şêxurzê û Omer Simo, Heyam, Sûraîn, Çarkanli, Akanli, Mîqdad û Elî Reco, Çiyayê Xurzê, Çiyayê Damirkê, Çiyayê Kurnî, Girê Hewzê û Girê Kurdo û 2 gomên gundê Şêxurzê, li bajarokê Recoyê jî gundên Ebû Kebe, Hacilar, Çiyayê Eyn Batmanê, Hecikana Jor, Maskah, Hecikana Jêr, Obayê Derwêş, Hesen Kelkawî, Celeme, Edamanlî, Elî Beqî, Bîlal Koy, Omer Uşaxî, Mamel Uşaxî, Silêman Xelîl, Satî Şaxî, Alkana, Kirmizi, Şerbanli, Karê, Şedya, Qude, Şeyda Xerab Sûmaq, Hantalî û Qerebaba, Girê 687emîn, Girê 915emîn, Girê 740emîn, Girê 1027emîn, li bajarokê Şêx Hedîd jî Gundê Ceqla Jorîn û Çeqla Navîn, Girê Şêx Hedîd, gundê Qere Mitlaq û gundê Hec Bîlal, li bajaroka Cindirêsê gundên Hecî Îskender, Dêra Balutê, Hemam, Nisriye, Dukan, Eşkan, Arşalî, Mihemediye, Dêwê Jorîn, Dêwê Jêrîn, Merwane, Helkece, Bafler, Til Dilûr û 3 girên serdest, girên Mersîdes, Nisriye û Amara û Kilayê, goma Satûf, goma Kalkê, baregeha Beyada, li bajarokê Şeranê jî Çiyayê Birseyê, Girê Şirgayayê, Girê Nebû Hurî, gundên Uwerkan, Serîncek, Qestel Cindo, Dîkmetaş, Îkîdam, Şeltah, Marsewa, Zeytînak, Arpawêran, Dêr Sawan û goma Cemiliye."