19 Tebax 2016•Rojanekirin: 20 Tebax 2016
TBMM
Di Lijneya Giştî ya Meclisê da verastkirina ku wê Hekarî û Şirnex bikira navçe bi pêşniyaza hevpar a çar partiyên siyasî nehat qebûlkirin û her du der jî wê wek wîlayet bimînin.
Xala 80emîn a pêşnûmaya giştî di Lijneya Giştî ya Meclisê da hat qebûlkirin û verastkirina ku wê Şirnex û Hekarî ji statuya wîlayetbûnê derxista jî ji metnê hat derxistin.
Di xala 80emîn a ku hat qebûlkirin da mijarên wek verastkirinên der barê zanîngehên weqfan, di nûkirina wesayîtên bazirganiyê da teşwîqa bacê, ji xizmên şehîdan ra wesayîta bêbac ya taybet û sepandina teşwîqa li gor projeyan cih girt.
Verastkirina der barê Hekarî û Şirnexê da jî ji metna pêşnûmayê hat derxistin
Ev verastkirin bi pêşniyaza hevpar ya çar partiyên siyasî ji metnê hat derxistin û parlementerên partiyên muxalefetê ji bo biryara verastkirinê rabûn piya û li çepikan xistin.