03 Sibat 2018•Rojanekirin: 04 Sibat 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da hejmara terorîstên ku ji destpêkê hetanî nika hatin berterefkirin gihîşte 897an.
Di daxuyaniya nivîskî ya Sererkaniyê da hat diyarkirin ku Artêşa Tirkiyeyê ji bo pêkanîna ewlehiya herêmê û sînor, berterefkirina terorîstên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞî yên li herêma Efrînê ji zilm û tundiyê xilaskirina gelê herêmê yê dost û bira di 20ê rêbendanê saet 17.00an da Operasyona Çiqlê Zeytûnê da destpêkirin.
Hat bibîrxistin ku di çarçoveya mafên navneteweyî yên Tirkiyeyê, biryarên bi hejmara 1624 (2005), 2170 (2014) û 2178 (2014)an ên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên yekbûyî, xala 51î ya peymana Neteweyên Yekbûyî da operasyon tê kirin û rêzê nîşanî yekîtiya erdên Sûriyeyê didin.
Di daxuyaniyê da hat gotin armanca operasyonê ew e ku wesayît, sîlah, kozik, sitargeh, baregeh û amûrên terorîstan berteref bikin ji bo ku sivîl zirarê nebînin operasyonê bi baldarî dimeşînin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di operasyona ji hewayê da 15 hedefên sitargeh, baregeh, kozik, cebilxaneyên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê hatin îmhekirin. Teyareyên tevlî operasyonê bibûn bi silametî vegeriyan baregehên xwe. Li gor agahiyên ku ji herêmê hatin sitandin di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da 74 terorîstên PKK/KCK/PYD-YPGyî û DEAŞî hatin berterefkirin. Hejmara terorîstên ku ji destpêkê hetanî nika hatin berterefkirin gihîşte 897an.
Bi piştgiriya ji hewa û bejayê va operasyon li gor pîlanan dewam dike."