İbrahim Atmaca
28 Tebax 2018•Rojanekirin: 28 Tebax 2018
ÎSTANBUL
Galatasarayê di hefteya 3yem a Lîga Spor Toto Superê da Aytemîz Alanyaspor 6-0 têk bir.

Tîma zer û sor li ber temaşevanê xwe pêşbirk leyîst û bi golên Fernando Reges, Sînan Gumuş, Eren Derdiyok, Emre Akbaba (2) û Henry Onyekuru va 6-0 qezenc kir.

Galatasarayê piştî ku nûnerê Behra Spî jî têk bir, di lîgê da vê sezonê pêşbirka xwe ya 3yem jî qezenc kir û pûanê xwe derxist 9an û bi averajê va jî derket rêza yekem.

Aytemiz Alanyasporê piştî ku bi Demir Grup Sîvasspor û MKE Ankaragucuyê ra leyîst û gol neavêt, li hember Galatasarayê jî têk çû û hê pûanê wê tunene.