RÎGA
Tima Neteweyî ya Tirkiyeyê di koma Ayê ya Jibartina Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê ya 2016an de dilîze. Tîma Tirkiyeyê vê hefteyê biLetonyayê re lîst û 1-1 berambere ma. Ev pêşbirka 3yan bû lê Tirkiyeyê dîsa rûyê têkbirinê nedît.
Tîmê di pêşbirka xwe ya ewil a di komê de bi Îzlandayê re lîst û 3-0 têk çû, di pêşbirka 2yan de jî bi Komara Çekê re lîst û 2-1 têk çû. Tîmê xwe ji bo pêşbirka biLetonyayê re amade kiribû, lê belê di vê pêşbirkê de jî 1-1 berambere ma.
Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê bi vê pêşbirkê ve puanê xwe yê ewil hilda, Letonyayê jî puanê xwe derxist 2yan.
Piştî pêşbirkê tîma xweyîmal û ekîba wan a teknîk zehf şah bûn.
- Bîlal Kisa di Tîma Neteweyî de gola xwe ya ewil avêt
Bîlal Kisa ev cara 6an bû ku di Tîma Neteweyî de lîst û gola xwe ya ewil avêt.
Kisa di 5 pêşbirkên ewil de tu golek neavêtibû, şansê wî di vê pêşbirkê de guherî û golek avête Letonyayê. Kisa di deqîqeya 47an de ji dûr ve golek avêt û skor guherand.
- Oguzhan Ozyakup seqet bû
Oguzhan Ozyakup ji milê xwe derbe xwar û seqet bû, ji ber vê yekê jî ji pêşbirkê derket.