SÎVAS - ONDER FELEK - SERHAT ZAFER
Rahênerê Sîvassporê yê Brezîlyayî Roberto Carlos got: "Fitbol dikare aştiyê bîne welatên tevlihev û bipêvçûn. Li welatekî fitbol dikare gelekî piştgiriyê bide aştiyê."
Carlos, diyar kir ku rahênerên wek Arthur Zîco, Fabîo Capello, Marîo Zagallo û Guus Hîddînk dişopîne û piranî jî ji tecrûbeyên Hîddînk îstifade kiriye.
Pirsa, gelo di pîlana kariyera we de rahêneriya Fenerbahçe heye?, wiha bersivand: "Der barê vê yekê de niha nikarim tiştekî bibêjim. Fenerbahçe, xwediyê komeke mezin a aligiran e. xwedîserok û xwedîrebaz e."
Carlos, dest nîşan kir ku tim pîlanan di serê xwe de çêdike û ji bo sepandina van dixebite. Li ser lîstikên amadehiyê jî got ku dikarin çileyê pêşîn yan jî çileyê paşîn suprîzan bikin û wisa dewam kir: "Ji bo lîstikên amadehiyê em dikarin tîmên wek Real Madrîd, Manchester Unîted bînin Sîvasê û bi wan re bilizîn."
Carlos, eşkere kir ku perhîzê dike, gelek caran seletê dixwe lewma jî fersendê nabîne ku xwarinên Sîvasê bixwe lê kufteya Sîvasê gelekî ecibandiye.
Carlos bi van gotinan jî balbkîşand ser girîngiya fitbolê: "Fitbol dikare aştiyê bîne welatên tevlihev û bipevçûn. Li welatekî fitbol dikare gelekî piştgiriyê bide aştiyê."
Di vê navberê de Gerînendeyê Herêma Sîvasê yê AAyê Cemal Coşkun, çend wêne diyarî Roberto Carlos kirin. Yek wêneyê dilşadiya Carlos ê piştî gola yekemîn a li Tirkiyê bû. Yên din jî wêneyen dema îmzekirina peymanê û yên antrenmana yekemîn bû.