SİVAS
Futbolîstê Brezîlyayî Roberto Carlos di futbolê de gelek serfirazî bi dest xist. Niha jî ji hêla rahêneriyê ve cara yekem e ku dê bibe rahênerê Sivassporê û dê li hemberî Kayserîsporê bisekine.
Roberto Carlos pêşbirka di navbera Kayserîspor û Sîvassporê ya ku dê 19ê tebaxê roja Duşemê di saet 20.00an de li Qada Kadîr Hasê bê lîstin de dê wek rahênerê tîma sor û sipî bixebite.
Carlos dê cara yekem wek rahêner bixebite.
Carlos ji roja ewil ya ku peyman îmze kir û vir ve daxuyaniyên gelek jixwebawer da û diyar kir armanca wan ew e ku beşdarî kûpayên Ewropayê bibin. Perfofmansa Carlos ya pêşbirka fermî ya Sîvassporê bi kelecan tê şopandin.
Roberto Carlos daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew ewil wek rahênerê sportîf li Kulûba Rusî ya Anzhî de xebitiye û wiha got. "Lê ev ji bo min dê bibe tecrubeyeke cuda. Teqez dê kelecanî hebe."
Carlos ragihand ku kêfa tîmê li cih e.