Elif Orhan
05 Sibat 2019•Rojanekirin: 05 Sibat 2019
AGRI
Li Patnosa navçeya Agiriyê Mehmet Siddik Varolê ku ji ber kêmasiya kezeba reş tedawiyê dibîne li benda neqla kezeba reş e.
Mehmet Siddik Varolê (62) bavê 10 zarokan li Taxa Seladdînê Eyyubî yê navçeya Patnosê dijî û ji bo ku neqla kezeba reş bê kirin li benda dunorê guncav e.
Varol daxuyaniyek da rojnamevanan û ji mirovên dikarin jê re bibin dunor piştgirî xwest û wiha axivî: "Nexweşiya min kêmasiya kezeba reş e. Tekane çareya vê nexweşiyê neqil e. Dê ji dunor parçeyek bistînin û neqlî min bikin, Kezeba reş azayeke wisa ye ku xwe nû dike û di nav hefteyekê de kezeba kesê ku neqlê dide nû dibe û dikare bi hêsanî jiyana xwe bidomîne."
Fayîme Varolê qal kir ku hevserê wê ev 6 sal in tê dermankirin û ev gotin:
"Parçeyên ku ji min û 10 zarokên min sitandin lê nayê. Em ev 6 sal in ji bo dermankirinê çûn nexweşxaneyên li Agirî, Wan, Erzirom û Meletiyê. Lê me ji bo neqlê tu kes nedît û em niha li benda rêza neqlê ne. Heke mirovên dikarin bibin dunor hebin ji kerema xwe bila bi me re têkiliyê deynin."