Ahmet Aydın
20 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan derbarê pêşhatên li Mescida Eqsayê û mafên Filistîniyan digel Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlîn û Serokê Filistînê Mahmud Abbas axivî.
Erdogan di bi peywendiya digel Serokomarê Îsraîlê Rivlîn de destnîşan kir ku bûyera 14ê temûzê li Herema Şerîf qewimî, bûyereke bi fikar e.
Erdogan îfade jî kir ku pêdivê misilman di çarçoveya azadiya dîn û îbadetê de bêyî tu rêgirî karibin têkevin Mescida Eqsayê.
Berî wê jî Serokomar Erdogan, bi peywendiyeke telefonî bi Serokê Filistînê Abbas re li ser "Îxlalkirina mafên filîstîniyan ji aliyê Îsaraîlê ve" axivîbû.