25 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Sûriyeyê ji bona şerê dijî DEAŞê wiha got: "Hêza me heye em bi tena serê xwe berteref bikin."
Çavuşoglu di civîna nirxandina polîtîkaya derva ya Tirkiyeyê ya 2018an da axivî.
Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir şerê navxweyî yê li Yêmenê ketiye sala pêncan û got ji bona meseleya Yêmenê bangî koma têkiliyê ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê kirine ku 10ê rêbendanê li Stenbolê civînekê çêkin.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu ji bona vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê wiha got: "Me bi eşkereyî got ku divê pêvajo feydeyê nede rojeva cudakar ya PYD/YPGyê."
Çavuşoglu li Sûriyeyê ji bona şerê dijî DEAŞê wiha got: "Hêza me heye em bi tena serê xwe berteref bikin."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu destnîşan kir heta ku Amerîka ji Sûriyeyê vekişe bi Washingtonê ra li hev kirine ku nexşerêya Minbicê bê temamkirin.
Çavuşoglu destnîşan kir heger Fransa ji bona parastina YPGyê li Sûriyeyê bimîne ev him feydeyê nade Fransayê û him jî nade YPGyê.