Fatih Gazioğlu
10 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2019
MALATYA
Li Malatyayê esnafekî xêrxwaz çîkê bêpere dide hewcedaran.
Murat Ekîncîyê esnaf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 7 sal e çîkê difiroşe û debara mala xwe bi vî karî dike.
Ekîncî got ku "nanê xêrê" kevneşopiyeke Osmaniyan ya berê ye û wî jî xwest vê edetê bidomîne û wiha axivî:
"Li derûdora me gelek merivên feqîr hene. Min xwest alîkariya wan bikim û lê karê ez dikim diyar e. Min jî biryar d ez ê çîkê bidim hewcedaran. Kesên mihtac yên ku dixwazin tiştekî bixwin tên dikana min çîkê dixwin û diçin. Em ji wan kesan jî tu pereyî nastînin. Di çanda me da ciyê xêrê cuda ye. Ev miletekî xêrxwaz in. Di dema Osmaniyan jî ev edet hebû. Daxwaza min ew e ku esnafên din jî alîkariyê bidin û heman edetî bidomînin."
Ji welatiyan Burhan Suzgun ji ber vê xêrê spasiya esnaf kir û wiha axivî: "Xwedê ji esnafên wiha razî be. Min ev edet gelekî eciband. Min jî alîkarî da. Li bajêr gelek meriv û koçberên feqîr hene. Zarokên me dixwin, divê yên wan jî bixwin. Xwedê xêra me û hemû hevalên me qebûl bike."