Fatih Gazioğlu
22 Îlon 2017•Rojanekirin: 22 Îlon 2017
KOCAELÎ
Fermandariya Ewlehiya Qeraxê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li nêzî Kocaelî/Kefkenê keştiyek masîgiran a ku tê de pênaber hebûn binavbû, di encamê de 4 kes mirin, 38 penaber hatin xilaskirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo dîtina 15-20 penaberên ku berze ne jî xebetên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.