Önder Beyter
22 Sibat 2018•Rojanekirin: 23 Sibat 2018
KAYSERÎ
Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettin Canikli got, "Yekîneya çekdar a ku tê îdiakirin ji layê rejima Sûriyeyê bo Efrînê hatiye şandin, qapasîteya wê tune ku encama têkoşîna me biguherîne. Li cem terorê kê hebe ew ê jî bibe hedefa me."
Wezîrê Parastina Neteweyî Canikli li Qeyseriyê beşdarî "Merasima A 400M Şiyana Asta C ya Temîr û Kontrolê" bû.
Canikli di axaftina xwe ya li vir da wiha got, "Yekîneya çekdar a ku tê îdiakirin ji layê rejima Sûriyeyê bo Efrînê hatiye şandin, kapasîteya wê tune ku encama têkoşîna me ya dijî terorê ya li Efrînê biguherîne. Li cem terorê kê hebe ew ê jî bibe hedefa me."
"Yê ku pişta terorê bike wê bibe hedefa me"
Canikli wiha xeberda:
"Heger yek biçe wir (Efrînê), biçe cem terorê ev yek wê têkoşîna me ya dijî terorê ji holê raneke, qels neke û wê me nede sekinandin. Komên ku ji bo piştgiriya terorîstan hatine jî wê bibin hedefa me. Yê pişta terorîstan dike terorîst e."