Parlementerê BDPê yê Diyarbekirê Altan Tan der barê rapora Komîsyona Nirxandina Pêvajoya Çareseriyê de got ku "Heke serenevê raporê di şûna çareseriyê de rapora mijûlkirin û xapandinê bihata nivîsandin dê baştir bûya."
Tan li parlementoyê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku divê mijara ewilîn ya ku divê beriya dersxaneyan bê rexnekirin, perwerdeya neteweyî ye.
Tan diyar kir ku divê dûr û dirêj li parlementoyê li ser mijara pergala perwerdeyê biaxivin ka dê çawa be. Tan got ku " Civakên ku pirsgirêkên perwerdeya xwe çareser nekin, pergala perwerdeya xwe nedin rûniştandin, di zanist û teknolojiyê de pêş nekevin, mirovên ehlaqxweş, tenduristiya mejû û derûniyeta wan di cî de mezin nekin, jixwe nikarin tu tiştê bi dest bixin. Ev mijar ji karên navxweyî, ji karên derveyî, ji polîtikayên çandiniyê û ji polîtîkayên vejenê jî girîngtir e."
- Biryarên ku tê îdiakirin ku di MGKya sala 2004an de hatine dayîn
Tan parast ku der barê mijarê de hê kesên eleqedar daxuyaniyên sererast nedan û wiha axivî: "Em vê dera meseleyê bihêlin li aliyekî. Em vê yekê meraq dikin, we êdî çi îmze kiriye? Bi gotina we, we îmzeyên xwe li kîjan belgeyên ku hûn 'ji wan bawer nakin, mecbûr man, pişt re jî we nekir' da. A rast ya mirov ditirsîne ev yek e. Gotina ku dibêje 'ev biryar nayên eşkerekirin' nayê qebûlkirin. Heke ev dewlet dewleteke demokratîk, vekirî û hiqûqê be, we li derveyî qanûnê çi kiribe divê hûn eşkere bikin."
- Rapora pêvajoya çareseriyê
Tan li ser pirsa der barê rapora Komîsyona Nirxandina Pêvajoya Çareseriyê de nirxandineke wiha kir: "Di raporê de ji bo çareseriyê çi heye? Kesê ku dizane çi heye bila bêje ev made hene, min ew nedît. Heke serenevê raporê di şûna çareseriyê de rapora mijûlkirin û xapandinê bihata nivîsandin dê baştir bûya."
Tan li ser pirsa biryara paşdeavêtina sepana mijara der barê dersxaneyan de ya heta 2015an de got ku ev manewrayeke polîtîk e.