Zafer Fatih Beyaz
15 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2025
ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîrê Libyayê Ebdulhemîd Dîbeybe qebûl kir.
Serokomar Erdogan li devê deriyê Kuliyeya Serokomariye peşwaziya Dîbeybe kir.
Erdogan û Dîbeybe li ser pêlekanan û li ber alayên Tirkiye û Libyayê sekinîn da ku wêneyên wan bên kişandin.
Hevdîtin ji çapemeniyê ra girtî çêbû.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan û Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî di hevdîtinê da amade bûn.