Mümin Altaş
24 Gulan 2023•Rojanekirin: 24 Gulan 2023
Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo welatiyên ku tesîra erdhejê li ser jiyana wan çêbûye got: "Li bajarên xwe xwedî derkevin, bi çar destan jiyanê hembêz bikin. Em li cem we ne. Bi îzna Xwedê em ê tu carê we tenê nehêlin û mihtacî nemerdan nekin."
Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê erdhejzeyên li herêma erdhejê dijîn da peyamek weşand û ji ber piştgiriyê spasiya wan kir.
Serokomar Erdogan got çi dibe bila bibe ew çûne ser sandiqê û îradeya hilbijêran li ser serê wan e.
Erdogan wiha dewam kir: "Wezîfeya me ew e bêyî ku em cudahiyê bikin, bi eşq em ê xizmeta we bikin. 21 sal e em dikin. Çima ku encama ew bendê bûn derneket holê hin kes der barê însanên me yên dilê wan birîn e da gotinên bi hêrs û nefretê dibêjin ku em vê qebûl nakin."
- "Dilê xwe fireh bikin"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku dewlet û miletê milê xwe kirin milê hev û bi hev ra pirsgirêk çareser kirin û ji 910 hezarî zêdetir kon vegirtin û 117 hezar jî konteyner danîn û bi qasî 13 hezar jî dikan û kargeh ji nû va dan vekirin.
Erdogan diyar kir ku wan heta niha pêvajoya avakirina 175 hezar mal û xaniyan telîmat da û wiha domand: "Me wê Nexweşxaneya Dewletê ya Defneyê ku mixalefet bi wêneyeke çeporasto va tîne rojevê di nav 57 rojan da ava kir û ket xizmetê. Di cotmeh-mijdara pêş me da înşeallah em ê we di malên we yên nû da bi cî bikin. 319 hezar jê di sala ewil da em ê 650 hezar avahiyên ji afatê çêbikin. Bila dilê we rihet be û li ber xwe nekevin û xemsar nebin. Li bajarên xwe xwedî derkevin û dev ji jiyanê bernedin. Em li cem we ne û bi îzna Xwedê jî tu carî we bi tenê nahêlin û mihtacî kesî nakin."