Mehmet Yusuf Melikoğlu
20 Gulan 2024•Rojanekirin: 20 Gulan 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber mirina Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derva yê Îranê Huseyîn Emir Ebdullahiyan û kesên ên bi wan ra bûn û di qezaya firokeyê da mirin, peyama sersaxiyê weşand.
Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Em hîn bûn ku Serokomarê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reîsî di qezaya firokeyê da wefat kiriye. Rehma Xwedê li wî be."
Serokomar Erdogan got rehma Xwedê li Reîsiyê merhûm, Wezîrê Karên Derva yê Îranê û kesên din be ku ew di heman firokeyê da mirin.
Erdogan wiha dewam kir: "Di serî da ji bo Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê birêz Elî Xamaney, ji bo gelê dost û bira yê Îranê, hikûmetê, malbata Birêz Reîsî û hemû malbatên merhûmên din ên wefat kirine, sersaxiyê dixwazim. Ez wek hemtayê wî bixwe şahidê xebatên wî yên ji bo aştiya gelê Îranê û herêma me bûm. Ez Birêz Reîsî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Wekî Tirkiye mîna gelek caran em ê di van rojên dijwar û muesif da jî li cem Îrana cîran bin."