Mustafa Hatipoğlu
22 Nîsan 2024•Rojanekirin: 22 Nîsan 2024
Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo ziyaretên fermî bike hat Bexdaya paytextê Iraqê.
Serokomar Erdogan, li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ji aliyê Serokwezîr Muhammed Şiya es-Sudanî û rayedarên din va bi merasimeke fermî hat pêşwazî kirin.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu, Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun û Serşêwirmendê Ewlehiyê û Polîtîkaya Derva yê Serokomariyê Balyoz Akîf Çagatay Kiliç jî bi Serokomar Erdogan ra çûn Iraqê.
Serokomar Erdogan dê di çarçoveya ziyareta yekrojî da li Bexdayê digel Serokomarê Iraqê Ebduletîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es-Sûdanî were cem hev. Erdogan û Sûdanî her wisa dê civîna hevpar a çapemeniyê li dar bixin, di navbera herdu welatan da peyman dê bên îmzekirin.
Erdogan di çarçoveya hevdîtinên xwe da dê Hewlêrê jî ziyaret bike.