Zafer Fatih Beyaz
04 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî ra hevdîtin kir.
Serokomar Erdogan ku ji bo Civîna 24emîn a Serokên Dewletan a Rêxistina Tevkariya Şanghayê li Astanaya paytextê Qazaxistanê ye, di çarçoveya hevdîtinên yek bi yek da bi Mîrê Qeterê Al Sanî ra rûnişt.
Hevdîtin bêyî çapemeniyê li otela ku Erdogan lê dimîne, çêbû.
Ji Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ji bo hevdîtina Erdogan û Al Sanî daxuyanî
Di hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî da êrîşên Îsraîlê yên dijî Filistînê, gefa Îsraîlê ya dijî Libnanê û mijarên kurewî û herêmî hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da hat diyarkirin, Serokomar Erdogan ku ji bo Civîna 24emîn ya Serokên Dewletan ya Rêxistina Tevkariya Şanghayê li Astanaya paytextê Qazaxistanê ye, di çarçoveya hevdîtinên yek bi yek da bi Mîrê Qeterê Al Sanî ra hat bal hev hev.
Di hevdîtina Serokomar Erdogan û Emîrê Qeterê Al Sanî da êrîşên Îsraîlê yên dijî Filistînê, gefa Îsraîlê ya dijî Libnanê û mijarên kurewî û herêmî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan diyar kir, di serî da alema Îslamê divê civaka navneteweyî ji bo sekinandina Îsraîlê demildest gavê biavêje û xebatên hevpar bimeşîne.