Polîtîka

"Senaryo eynî ye, lê armanc cuda ne"

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Hewl didin ku neyartiya dijî Erdogan zêde bikin. Niha jî dor hatiye ser aboriyê. Senaryo eynî ye, lê armanc cuda ne."

Nihat Kavşut  | 24.05.2018 - Rojanekırın : 25.05.2018
"Senaryo eynî ye, lê armanc cuda ne"

Ankara

ANKARA 

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Hewl didin ku neyartiya dijî Erdogan zêde bikin. Niha jî dor hatiye ser aboriyê. Senaryo eynî ye, lê armanc cuda ne."

Bahçelî duh êvarê di fitarê da bi rojnamevanan ra hat bal hev û der barê rojevê da axivî.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî der barê geşedanên di warê aboriyê da wiha got: "Hewl didin ku neyartiya dijî îqtidara siyasî ya heyî û serokê wê yê giştî û Birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan zêde bikin. Niha jî dor hatiye ser aboriyê. Senaryo eynî ye, lê armanc cuda ne."

Devlet Bahçelî diyar kir ku di warê aboriyê da lîstik tên lîstin û wiha got: "Bi lîstikên ku hewl didin pêşiyê li ber bigirin ku sermaye neyê Tirkiyeyê û derengî bixin, dixwazin encamên siyasî bi dest bixin. Kesên wiha difikirin xwe dixapînin."

Bahçelî bal kişand ser girîngiya pergala teze û wiha axivî: "Erdogan wê di tûra ewil da qezenc bike û divê qezenc jî bike. Lewra Pergala Hikûmeta Serokomariyê wek pergaleke girîng bûye malê raya giştî, li gor destûra bingehîn e, di referandumê da gel piştgirî daye û niha jî divê bi cî were. Rast nîne ku ev pergal paşva here."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın