Nihat Kavşut
23 Gulan 2018•Rojanekirin: 24 Gulan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Mahir Unal, "Em ê di beyannameya hilbijartinê de 146 projeyên mezin pêşkêş bikin."
Unal beriya Civîna Nasandina Namzedên AK Partiyê ku wê sibê li Salona Sporê ya Ankara Arenayê bê kirin daxuyanî da rojnamevanan.
Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Mahir Unal bal kişand ser beyannameya hilbijartinê û wiha got, "Em ê di beyannameya hilbijartinê de 146 projeyên mezin pêşkêş bikin."
Unal der barê kampanyaya hilbijartinê da wiha axivî, "Di nav 16 salan da AK Partiyê gelek tişt kirin. Niha jî bi destpêkeke nû em dibêjin 'Çi bike AK Partî dike' û di rêya xwe da dewam dikin. Me konsepta xwe ya sereke jî wek 'dem dema Tirkiyeyê ye' eşkere kir."
Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Unal ji bona mitîgên hevbeş wiha peyivî, "Em difikirin ku mitînga xwe ya Stenbolê yan jî mitîngeke din wekî mitînga 'Îtifaqa Cumhur' çêkin. Em ê vê mijarê bi şirîkên din yên Îtifaqa Cumhur ra gotûbêj bikin."