CHPyê beyannameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li Otêla JW Marriottê beyannameya hilbijartinê ya CHPyê eşkere kir.
Ankara
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li Otêla JW Marriottê di civîna nasandina namzedan û beyannameya hilbijartinê ya CHPyê da axivî.
Kemal Kiliçdaroglu destnîşan kir ku wê saziyeke nû ku pêşeroja Tirkiyeyê saz dike ava bikin û wiha got: "Yek ji gavên me yên ewil ev e. Navê wê jî bibêjim, em ê Saziya Polîtîkayên Zanînê û Stratejiyên Pêşxistina Însanî ava bikin."
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku wê krediya bi faîza sifir bidin KOBÎyan û wiha peyivî: "Hemû KOBÎyên ku deynê wan yên bac û prîma sîgorteyê tunene em ê ji bona salekê krediya bi faîza sifir bidin wan."
Kiliçdaroglu destnîşan kir ku wê li hemû taxan kireşên bêpere vekin û got ku di dibistana seretayî da em ê pewerdeyê di temamiya rojê da bidin.
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu der barê YOKê da wiha peyivî: "Em ê YOKa ku saziya dema derbeyê ye rakin. Di şûna wê da 'Saziya Plan û Kordînasyonê ya Perwerdeya Bilind' wê hebe."
Kiliçdaroglu diyar kir ku wê Teşkîlata Aştî û Hevkariyê ya Rojhilata Navîn ava bikin û wiha axivî: "Avakarên vê teşkîlatê wê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye bin. Ev 4 dewlet wê di nav aştiyê da bijîn."
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu diyar kir ku miaşê herî kêm wê net 2 hezar û 200 lire û bêyî bac be û got ku mehaneya herî kêm ya kesên teqawidbûyî jî wê hezar û 500 lire be.