TBMM
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperestê (MHP) Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe de der barê zarokên ku tê îdîakirin PKKê revandiye de axivî. Bahçelî destnîşan kir ku li Rojhilat û Rojhilatê Başûr dewlet tuneye û wiha dewam kir: "Li herêmê walî û qeymakam xuya nakin, leşker û polêsên me jî encax xwe diparêzin. Hin waliyên AKPyî xwe rezîl dikin, ji wan hin kes jî bi rica û minet ji PKK xwestin rêyên ku birîne vekin."
Bahçelî diyarkir ku hin kes dixwazin li Tirkiyeyê biratî û aramiyê ji holê rakin û wiha got: "Hikûmet bi salan e ku li hemberî rêxistinê bê deng e, bi wan re rûnişt û qaşo dê terorê ji holê rake. Tevgera hikûmetê PKKyê xûrt kir."
Bahçelî der barê nefte Herêma Kurdistana Iraqê ya ji serTirkiyeyê tê îhrackirin jî axivî û wiha got: "Serokwezîr bi belavkirina neftê ve gelo ji Barzanî piştgiriyê dixwaze? Serokwezîr ji bo meqamê xiyanetê li Tirkiyeyê dike.Gelo dê kîngê vê îxanetê bibîne?