Ji bilî vê pêşnûmaya zagona ku peymanên navneteweyî di nav xwe de dihewîne dê bên erêkirin.
- Li ser 5 pêşniyarên jêpirsînê dê bisekinin
Di Lijneya Giştî ya TBMMyê de 24ê nîsanê roja pêncşemê li ser pêşniyarên jêpirsîna der heqê 4 wezîrên berê de dê hevdîtin bên kirin.
4 pêşniyarên jêpirsîna ku CHPyê der heqê Wezîrê Aboriyê yê berê Zafer Çaglayan, Wezîrê YEyê yê berê Egemen Bagiş, Wezîrê Karên Hundir yê berê Muammer Guler û Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê yê berê Erdogan Bayraktar de dabû û her wiha pêşniyara jêpirsînê ya ku AK Partiyê dabû di Lijneya Giştî ya meclisê de dê cuda cuda bên nirxandin.
AK Partî dixwaze ku pêşniyarên CHPyê red bike, pêşniyara xwe bide qebûlkirin û der heqê wezîrên berê de Komîsyoneke Jêpirsînê ava bike.