ANKARA
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç piştî Civîna Lijneya Wezîran a li Avahiya Nû ya Serokwezirtiyê daxuyanî da û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Arinç der barê xebatên pergala hilbijartinê de wiha got: "Teşkîlata me li ser pergalên herêmên biçûk û hatine biçûkkirin hevdîtinan dike."
Arinç piştî daxuyaniyên xwe yên kurt bersiva rojnamevanan da.
Gotinên Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Alî Şahîn yên der barê serokomariyê de yên wekî "Heke serokwezîr bibe serokomar dê yek ji arîkarên serokwezîr peywira serokwezirtiyê bigire li ser milên xwe." hat pirsîn. Arinç li ser vê got ku "Ev di rojeve Lijneya Wezîran de tune bû. Min jî hevpeyvîna Birêz Mehmet Alî Şahîn ya li qenaleke televîzyonê şopand. Pirs li Mehmet Alî Şahîn hat kirin. Hevalê me yê ku Arîkarê Serokê Giştî yê bi Siyaset û Hiqûqê re Têkildar yê partiya me jî nêrînê xwe yên taybet gotin. Ev fikrên Mehmet Alî Şahîn bixwe ne."
-Tu fikr beyan nekirin
Arinç li ser pirsa "Em dizanin ku der barê pergala hilbijartinê de xebat hene. Gelo ev nehate rojevê? Ew xebat di çi astê de ye? Gelo em li bendê bimînin ku di rojên beriya me de bê rojeva parlemenotyê an na?" diyar kir ku ev mijar di rojeva Lijneya Wezîran de nîne. Arinç got ku li Serokatiya Karên Hilbijartinê de li ser her du pergalên hilbijartinê jî xebatek tê kirin.
- 1ê Gulanê
Arinç li ser pirsa "Di mijara 1ê Gulanê de bi taybetî sendîka gelekî israr dikin. Aliyê hikûmetê jî daxuyaniyên ku dê 1ê gulanê de Taksîm venebe tên dayîn. Hûn dê bergiriyên çawa bigirin. Di Lijneya Wezîran de 1ê Gulane hat rojevê an na?" got ku "Nexêr nehat."
Arinç diyar kir ku ji sendîkayan Turk-Îşê qebûl kiriye ku li Kadikoyê mitîng li dar bixe, tenê DÎSK û sendîkayên girêdayî DÎSKê dixwazin biçin Taksîmê. Li gor Qanûna Meşên Xwepêşandan û Civînan û biryarên ku Walitiya Îstanbûlê girtine Taksîm ji bo vê yekê nehatiye veqetandin. Ji bo mitîng û xwepêşandanan hem li Maltepeyê, hem jî li Yenîkapiyê qad hatin veqetandin.